Wezîrê Berevaniya Iraqê: Serxwebûna Kurdistanê nabe sebeba derketina şer
Xalid Ubeydî li ser serxwebûna Kurdistanê û helwesta Bexdayê li hember vê mijarê ji televîzyona K24 re axivî.
Ubeydî diyar kir ku mijara serxwebûnê girêdayî Herêma Kurdistanê ye û “em xwe tevlî wê meselê nakin”.
Wezîrê Berevaniya Iraqê her wiha got, serxwebûn mijareka siyasî ye û divê gavên ciddî bên avêtin. Helbet ev mijar nabe sebeba derketina şer di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de.
Xalid Ubeydî li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê û rola Pêşmerge di wî şerî de jî got, divê Pêşmerge rola xwe di operasyona Mûsilê de bilîze lê divê her du alî di asteke bilind de li ser vê mijarê hemahengiyê bikin.
Basnews
