Hîn bi hezaran kurdên êzîdî di destê DAIŞê de mane
Rêveberiya karûbarên êzîdiyan li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê, bi helkefta duyemîn salvegera jenosîda Şingalê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî ku DAIŞê êrişî devera Şingalê û kurdên êzîdî kir, nêzîkî 1200 kes hatin kuştin, 6 hezar û 404 êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin ku 3 hezar û 538 jê jin û 2 hezar û 866 jî mêr û xort bûn.
Li gorî daxuyaniyê, 2 hezar û 640 kes hatine rizgarkirin ku 953 jê jin û keç in, 32 jê zilam in û yên din jî hemû zarok in. 3 hezar û 764 kurdên êzîdî jî di destê DAIŞê de ne ku hezar û 914 jê jin, û 850 jî zilam û xort in.
Di daxuyaniya rêveberiya karûbarên êzîdiyan de hatiye gotin ku nêzîkî 400 hezar kes ji ber şerê DAIŞê koçber bûne ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê bicîh bûne, beşek wan jî derbasî Rojava û Bakûrê Kurdistanê bûne.
Li gorî agahiyên hikûmetê, nêzîkî 64 mezargeh û perestgehên êzîdiyan ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin û wêrankirin û tevahiya bajar û deverên ku ketine destê wan jî, hatine talankirin.
Rêveberê ofîsa rizgarkirina kurdên êzîdî li Duhokê, Husên Kuro jî gotiye, nêzîkî 1400 zarokên êzîdî niha di kampên DAIŞê yên li Reqa, Til Efer û Mûsilê de fêrî şer û çekdariyê tên kirin.
Husên Kuro her wiha daye zanîn ku 2 hezar û 745 zarok, bê dayîk û bav mane, zêdetirî 30 gorên komî hatine dîtin.
Basnews
