• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamentera Amedê Feleknas Ûca: Bila Tirkiyê komkujiya êzîdiyan wek jenosîd qebûl bike

Gulan Media August 3, 2016 Nûçe
Parlamentera Amedê Feleknas Ûca: Bila Tirkiyê komkujiya êzîdiyan wek jenosîd qebûl bike
Parlamenetera êzîdî ya Amedê Feleknas Ûca bang li Tirkiyê kir, komkujiya kurdên êzîdî, ya ku DAIŞê aniye serê kurdên êzîdî, ve wek jenosîd nas bike.

Parlamentera Amedê ya HDPê, Feleknas Ûca, ku êzîdî ye û li Ewropa mezin bûye, duh li Parlamentoya Tirkiyê de gotarek bi helkefta duyemîn salvegera jenosîda ku DAIŞê aniye serê kurdên êzîdî, pêşkêş kir.

Feleknas Ûca, diyar kir ku êrişa DAIŞê li dijî kurdên êzîdî, heftê û sêyemîn ferman bû ku heta niha hatine serê kurdên êzîdî û got, qesta DAIŞê ew bû kurdên êzîdî li ser rûyê erdê nehêle.

Parlamentera êzîdî ya Amedê her wiha got, DAIŞê bi hezaran êzîdî kuşt, bi hezaran jin û keçên êzîdî revand û gelek ji wan jî koçber û penaber bûn.

Ûca, bang li Tirkiyê kir komkujiya kurdên êzîdî wek jenosîd nas bike û derfet û îmkanên jiyanek xweş ji wan kurdên êzîdî re, yên ku ji ber şer koçberî Tirkiye û Kurdistana Bakûr bûne, dabîn bike.

Wê parlamentera êzîdî di dawiyê de bi duayeka êzîdî axaftina xwe xilas kir. Ûca ev duaye kir: “Ez hatim dîwana îlahî, min lê dît xweşî û şahî, serê her tiştî tifaq û tevahî”.

Top