• Sunday, 22 February 2026
logo

Rêwresma karesatê li Şerefdîn

Gulan Media August 3, 2016 Nûçe
Rêwresma karesatê li Şerefdîn
Di duwemîn salvegera “Karesata Şingalê” de li gelek deverên Kurdistanê û derveyî welat rêwresmên bîranîna karesatê tên sazkirin.

Îro roja duwemîn salvegera Karesata Şingalê ye. Bi vê armancê li mezargeha Şerefdîn a Şingalê jî rêwresmek mezin tê sazkirin.

Roja 3ê Tebaxa 2014ê de çekdarên DAIŞê êrîşê navçe û gundên Şingalê kir û bi sedan Kurdên Ezidî hatine gulebarankirin û heta niha çarenivîsa 3 hezar kesan jî ne diyar e.

Berpirsê mezargeha Şerefdîn Şêx Îsmaîl ji Rûdawê re got: “Di bîranînên dîroka me de îro rojek reş e. Bila Xweda heqê Êzidiyan bistîne.”

Şêx Îsmaîl bi rêya Rûdawê bang li hemû Êzidiyan kir ku serdana mezargeha Şerefdîn bikin û ti caran karesata Şingalê jibîr nekin.

Şêx Îsmaîl herwiha got: “Em nizanin bi kîjan zimanî behsa êşên xwe bikin. Heta niha jî keç û jinên Êzidî di bin destê DAIŞê de mane.”

Li gor amarên Rêveberiya Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên heta niha 2 hezar 640 Kurdên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatine rizgarkirin. Lê hê jî 3 hezar û 764 kes di destê DAIŞê de mane.

Rêveberê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Kuro bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li gor agahiyên di destê wan de, nêzîkê hezar û 400 zarok di baregahên Reqa, Telefer û Mûsilê de ji bo leşkeriya rêxistinê tên perwerdekirin.

Husên Kuro diyarkiribû ku piştî karesata Şingalê, 2 hezar û 745 zarok bê dayik û bav mane. Zêdetirî 30 gorên bi komî hatine dîtin. Ji sedî 20ê herêma Şingalê jî hê jî nehatiye rizgarkirin. Dibe ku di herêmê de gorên din ên bi komî, hebin.

Rudaw
Top