• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir

Gulan Media August 3, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir
Roja çarşem 03.08.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şandekî li gel kir.

Di destpêka hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Rîkardo Rodrîgzî Berpirsê nû yê Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê bi Serok Barzanî nasand û paşê jî li gotarek da Serok Barzanî ji naveroka civînên Encûmena Asayîş li New York û konferansa Hevpeymanan li Washington agahdar kir û eve jî xisterû ku keşûhewaya civînan erênî bûye û hêviyeke zêde ji bo têkşikandina Da'îş li holê daye û balkişand li ser wê yekê ku nîgeraniyên hevpeymanan û civaka navdewletî ya li ser qonaxa piştî Da'îş û rewşa mirovî ya koçberan û tekez li wê yekê jî kir ku pêwîste axaftin li ser hemû naverok û rehendên serbazî û siyasî û miroviyên azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirin û peywendî û hemahengiya di navbera aliyan bê kirin. Li beşekî dinê axaftina xwe de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê behsa plana mirovî ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo yarmetîdana koçberan kir û amadehiya rêxistinê jî ji bo yarmetîdana aliyan ya gihîştina bi çareseriya kêşeyan nîşanda.

Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser azadkirina Musilê û wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku qonaxa piştî rizgarkirina Musilê girîng û hestiyare û ewê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve girînge çarenûsa pêkhatên olî û neteweyiyan bi taybet Êzîdî û Mesîhiyên parêzgeha Nînowaye û pêwîst dike paşaroja Musilê bi hemû naverokên xwe ve li rûyê siyasî û îdarî û serbazî ve bê ronahî kirin. Her wiha eve jî xiste rû ku pêwîste rûniştvanên parêzgeha Nînowa beşdarî proseya serbazî û siyasî û îdariyan bin û rêz li biryara xelkê navçeyê û pêkhatên wê bê girtin û hez û biryara wan ya di derbarê paşaroja wan bê bi cîhkirin.

Di derbarê yarmetîdana koçberan û hatina zêdetira koçberan li Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî ragihand ku dergehên Kurdistanê li rûyê xelkê lêqewimî vekiriye û ji bilî balkişandina li ser xemsariya Hikûmeta Iraqê ya li ser yarmetîdana koçberan balkişand li ser wê yekê ku derbirîna hevsozî û sozên ji aliyê civaka navdewletî bi tenê yarmetiya jiyana koçberan nade û pêwîste hengavên kirdarî ji bo yarmetîdana wan bê avêtin.

Top