• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir

Gulan Media August 2, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir
Roja sêşem 02.08.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Profesor Sultan Ebu'Erabî El'Adwan Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir.

Li hevdîtinê de Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên Erebî ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û bi kurtî di derbarê asta peywendiya di navbera Zanîngehên Kurdistan û Zanîngehên welatên Erebî axivî û daxwaz jî kir peywendiyên di navbera zanîngehên her dû aliyan bi hêztir bibe.

Her wiha bi navê xwe û Yekîtiya Zanîngehên Erebî û hemû Serok Zanîngehên welatên Erebî spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku sedan hezar koçber û lêqewimiyan himbêz kirine û li navçeyê de bi rûdanekî dîrokî wesif kir. Eve jî xiste rû ku navendên akademiyên welatên Erebî pêzanînên xwe ji bo Serok Barzanî û qurbanîdana Pêşmerge ya li rûbirûbûn û têkşikandina terorîstan de heye.

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Sekreterê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir û xweşhaliya xwe jî bi peywendî û karê hevbeşa zanîngeh û navendên zanistiyên Kurdistanê li gel zanîngehên welatên Erebî nîşanda.

Rudaw
Top