Bereyên şer li Helebê germ dibin
Hêzên Dijbeeyê li rojava û başûrê Helebê ji 2 rojan ve dest bi “Operasyona Helebê” kirine.
Di nûtirîn pêşhate de, şer û pevçûn, li Kampa Henderat, di navbera herdu aliyan de derketin.
Kamap Henderat jî dikeve bakur-rojhilatê Helebê. Girîngiya stratejîk a vê kampê, ji wê yekê tê ku ew di ser rûbereke berfireh re ye, li devera Mellah û Rêya Kastêllo, ku niha ketine destê Artêşa Sûriyê.
Kampa Henderat di destê Artêşa Sûriyê de bû. Lê hêzên dijbereyê ragihandin ku, di çarçoveya rakirina dorpêçê ji ser bakur û rojhilatê Helebê, dijbereyê ev kamp kontrol kir.
Ji aliyekî din ve, hêzên Fesayil Elşemal ragihandin ku wan li bajarokê Elşurfe yê nêzîkî Kulêja Midfeiyê êrîşên giran birine ser hêzên Artêşa Sûriyê û alîgirên wê.
Bi vê yekê, li gorî gotina oposiyonê, yekem qonaxa bi navê Dastana Helebê ya Mezin destpê kiriye, ku hêla sereke ya berevaniya Artêşa Sûrî li başûrê vî bajarî hate şikandin.
Çekdarekî dijbereyê wiha dibêje:
“Me dest bi Dastana Helebê ya mezin kir. Me girte ser hin deveran. Ji wan jî (Kulêja Midfe’iyê, Akadîmya, Dibistana Hikmeyê) û çend deverên din. Bi saya Xwedê emê berdewam bin, heta em dorpêçê ji ser xelkên xwe, li Helebê rakin. ”
Ceyşul Feth jî ragihand ku li derdora Kulêja Midfeiyê şer û pevçûn berdewam in. Hevdem Ceyşul Feth ragihand ku qonaxa dahatû zehmetirîn şer dibe, bi mebesta rakirina dorpêçê ji ser taxên rojhilatê Helebê û vekirina deriyekî ji bo çûna nav taxên rojavayê vî bajarî.
Li gorî opozisyonê, Artêşa Sûrî, bi alîkariya balefirên rûsî û milîsên Îranî, Iraqî, Lubnanî û Afganî kar dike ji bo derbasî nav taxên rojhilatê Helebê bibe, ku hêj gelek grûpên dijbeeyê lê hene û li ber xwe didin.
Tevî lêdanên tund ji aliyê Artêşa Sûriyê û alîgirên wê jî, hêzên dijbereyê pêşketinên xwe, li rojava û gundewarê başûrê Helebê radigihînin.
Di serê van hêzan de, Fethul Şam (Nusreya berê) ku fermandeyekî wê dibêje: “Artêşa Sûrî şikestinên mezin di van şeran de dibîne. Me jî plana rakirina dorpêçê danîbû, lê niha çavên me li rizgarkirina Helebê tevî ne.”
Bi gotina fermandeyekî ji Ceyşulk Feth, hêzên opozisyonê gihiştine nêzîkî Taxa Hemdaniyê li rojavayê Helebê, ku ev yek jî metirsiyekê meizin li ser Artêşa Sûrî dirust dike.
Rudaw
