Almanya – Keçeka êzîdî bû namzeda partiyeke siyasî
Keça kurd a bi navê Taniya Hacî, ku demek dirêj e çûye Almanya û bûye welatiya wir, di hilbijartinên navxweyî yên bajarê Oldenburg de bûye namzeda Partiya Çep.
Taniya li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, Partiya Çep a Almanya daxwaz ji min kir bibim namzeda wan di hilbijartinên bajêr de, ez jî razî bûm.
Taniya Hacî, ku temenê wê 32 sal e, li nahiya Xetarê ya bajarê Tilkêfê yê Mûsilê ji dayîk bûye.
Basnews
