Yekem karwana hevkariyên Rûsyayê gehêşte Hewlêrê
Di çarçoveya şerê dijî terorîstên DIŞIê de, rayedarên Rûsyayê jî weke rayedarên welatên din yên cîhanê soz dabûn daku di warê leşkerî de hevkariya hêzên pêşmerge bikin û duhrayedarên Rûsyayê sozên xwe pêk anîn û yekem karwana leşkerî ya hevkariyên Rûsyayê bo hêzên pêşmerge ku ji hinek cebelxane pêk hatiye gehêşte balefirgeha Hewlêrê.
