Kadroyekî Gorranê: Hinek rayedarên Gorranê dixwazin dengê aZad serkut bikin
Gorran û YNKê roja 17ê Gulana îsal rêkeftinek îmez kirin. Beşek ji endam, alîgir û rayedarên her du partiyan ji wê rêkeftinê nerazî bûn.
Berpirsekî berê yê Gorranê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji BasNewsê re got, di nav rojnamevan û medyaya Gorranê de hinek kes hene dixwazin dengê azad serkut bikin. Ew berê di nav YNKê de bûn û li nav YNKê de jî heman tişt dikirin.
Wî kadroyê Gorranê diyar kir ku ew piştgiriya rêkeftina Gorran û YNKê dike lê hinek kes di nav Gorranê de dixwazin wê rêkeftinê ji rê derxin û bo berjewendiyên xwe bikar bînin.
BasNewsê duh belav kiribû ku berpirsê beşa nûçeyan a televîzyona KNN, Rêbwar Heme Weys, li ser nivîsandina 2 ristan di Facebookê de hatiye derxistin.
Basnews
