PKK nahêle medyaya PDKê merasima salvegera komkujiya Zargelî rûmal bike
Îro (1ê Tebaxê) yekemîn salvegera bombebarana gundê Zargelî li devera Soran a Kurdistana Başûr ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve ye. Di wê bûyerê de, 8 sivîl û 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên BasNewsê, PKK dixwaze îro merasimekê ji bo bibîranîna qurbaniyên wê bûyerê li gundê Zargelî li dar bixe.
Jêderekî agahdar ji wê deverê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji BasNewsê re got, PKK nahêle medya û rojnamevanên PDK û yên nêzîkî PDKê tevlî merasimê bibin û merasimê rûmal bikin.
Gundê Zargelî dikeve qontara çiyayê Qendîlê. Balafirên şer ên Tirkiyê, şeva 1ê Tebaxa par bi hêceta hebûna hêzên PKKê di nav gund de, lê gund dabûn. Di wê bûyerê de 8 sivîl û 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Basnews
