• Sunday, 22 February 2026
logo

Şaxewan Ebdullah: Cihên ku Pêşmerge xwîn lê rijandine sînorê Kurdistane

Şaxewan Ebdullah: Cihên ku Pêşmerge xwîn lê rijandine sînorê Kurdistane
Biryardarê Komîteya Asayiş û Berevanî ya Parlemana Iraqê Şaxewan Ebdullah amaje bi wê yekê kir ku, Hevpeymana NAvdewletî piştevaniya mana Pêşmerge li deverên ku azadkirine dike, ev navçe sînorê Kurdistanê ye û Pêşmerge jê venakişin.

Derbarê daxuyaniyên Serokê Rêkxistin Bedir li Iraqê Hadî Amirî ku behsa pêdiviya vekişandina Pêşmerge ji hin navçeyên kurdistanî, Şaxewan Ebdullah ji BasNews re ragehand: “Ew aliyên ku gefan li Pêşmerge dikin gelekî biçûkin û nikarin bighên asta pêgeha Herêma Kurdistanê, ew navçe bitenê ji aliyê Pêşmergeve têne parastin, li cem Hevpeymaniya Navdeletî jî ew navçe beşekin ji Herêma Kurdistanê, Amerîka li wir e û lîwayê 1 û 2 pirçek kiriye ku li sînorê Kerkûkê ne.”

Herwiha got: “Jibilî lîwayên 1 û 2 ti lîwayekî din durustnabe, aliyên ku êrîşî Kurdistanê dikin dixwazin cadeya Erebî razî bikin, Kurdistan ji êrîşên wan mezintire û careke din Pêşmerge paşdevenagere, bi xwînê ew navçe hatine rizgar kirin, ew xwîn jî sînorê Kurdistanê şanî me dike.”

Basnews
Top