• Sunday, 22 February 2026
logo

Gelo Amerîka dê Tirkiyê yan YPGê hilbijêre?

Gelo Amerîka dê Tirkiyê yan YPGê hilbijêre?
Çavdêrên siyasî derbarê siberoja pêwendî û têkiliyên Amerîka û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwedî nerînên cuda cuda ne.

Bi baweriya hin çavdêran, Amerîka nikare dev ji PYDê berde û pêşbînî dikin têkiliya Amerîka û PYDê bibe têkiliyeke stratejî. Lê li gor hinekên din, helwesta Amerîka û Rojava li hember PYDê hatiye guhertin.

Heta êrişa DAIŞê li ser Kobanî di 15ê Îlona 2014an de, pêwendî di navbera PYD û welatên Rojava û bi taybetî Amerîkayê de nebûn. Herçiqasî bi dehan şervanên biyanî pêwendî bi hêzên YPGê re dikirin, lê ev tenê ne bes bû da vebûnek di pêwendiya navbera Amerîka û PYDê de rû bide. Dûre êriş û dorpêça Kobanê ji aliyê DAIŞê ve, bû xala werçerixînê di pêwendiyên Amerîka û PYDê de ku wek baskê siyasî yê PKKê li Sûriyê tê naskirin.

Tirkiyê nerazî ye

Piştî pêvajoya azadkirina Kobanî jî di 25ê Kanûna duyem a 2015an de, pêwendiya leşkerî ya Amerîka û PYDê ber bi pêş ve çû. Vê carê Amerîka li ezmanan û YPGê li ser erdê bi hevahengî êrişî wan cihan dikirin ku di bin kontrola DAIŞê de bûn.

Ji bilî Tirkiyê, gelek aliyên cîhanî jî piştgiriya vê hevahengiyê dikirin.

Alîkariya Amerîka bo YPGê bi çekan, bi taybetî piştî daxistina 50 ton çek û teqemenî ji aliyê firokeyeke barhilgir a amerîkî ve di dema şer de, nerazîbûna Tirkiyê zêdetir kir û artêşa Tirkiyê çend çeperên YPGê li Girê Spî bombebaran kirin. Vê yekê jî ew guman dirust kir ka gelo di dawî de wê Amerîka di encama guşarên Tirkiyê de dev ji pêwendiyên xwe bi YPGê re berde yan na?

Nivîskar û pisporê siyasî yê Tirk Cengîz Algan dibêje, piştgiriya Amerîka û Rojava bo PYDê piştî têkçûna pêwendiyên DAIŞ û Tirkiyê guhert.

Algan ji Rûdawê re got, piştî hilbijartina yekê Mijdarê ew qonax qediya “Bi serkeftina mezin a AKPê re, helwesta Rojava guhert. Pirsgirêka koçberên Sûriyê jî, Yekîtiya Ewropayê neçar dike guhdariya Tirkiyê bike.”

Lê li gor nivîskar Fehîm Taştekîn, ji bilî YPGê Amerîka hêzeke din a cihê baweriyê nabîne ku li dijî DAIŞê şer bike.

Taştekîn ji Rûdawê re got: “Amerîka di perwerdekirina hêzên dijbereya Sûriyê de ku wek nerm dihesiband bi ser neket. Çimkî wê dijbereyê hêzeke leşkerî ya taybet bi xwe dirust nekir. Amerîka dikare pişta xwe tenê bi hêza kurdî girêbide. Lê çimkî Tirkiyê PYD û YPGê red dike, Amerîka ji vê yekê dilgiran e.”

Bi bawertiya nivîskar û pisporê siyaseta derve ya Tirkiyê Semih Idiz, Amerîka nikare dev ji PYDê berde û dibêjr:

“Eger wiha bike destê wê di şerê li dijî DAIŞê de bêhêz dibe, çimkî li meydanê ji bilî PYDê hêzeke din tune. Di heman demê de Amerîka naxwaze ji ber alîkariya PYDê, pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re têk bide.”

Lê nivîskar û pisporê siyaseta derve ya Tirkiyê Cuneyt Ûlsever dibêje: “Siyaset bi lojîk tê kirin, lê Tirkiyê derbarê Sûriyê de bi hest siyasetê dike. Hasil giha Mûsil! Ji niha bi şûn de tiştek nikare Amerîka ji hevalbendiya YPGê poşman bike.”

Rûsya û Amerîka hewcedarî PYDê ne

Beşdariya aktîf a Rûsya di şerê Sûriyê de xala werçerixînê bû. Rûsya li Sûriyê DAIŞê û hêzên dijbereyê bombebaran dike, bi vî rengî jî hevkêşe guhert. Tirkiyê jî çaverê dikir PYD nêzîkî Rûsyayê bibe û ew jî ajendayên xwe li Sûriyê li ser Amerîkayê ferz bike. Lê PYDê lîstik fêm kir û neçû bereya Rûsyayê.

Cûneyt Ûlsever diyar dike ku destêwerdana Rûsya li Sûriyê berî hemû aliyan di berjewedniya PYDê de bû “Rûsya û Amerîka hewcedarî PYDê ne, lewra herdu nikarin ji tirsa hevdu dev ji PYDê berdin.”

Lê nerîna Cengîz Algan cuda ye û dibêje: “Destêwerdana Rûsya li Sûriyê pêwendiya Amerîka û Tirkiyê germtir kir. Çimkî Tirkiyê endama NATO ye û welatekî mezin e. PYD bi herdu aliyan re dilîze. Piştgiriya Amerîkayê wergirt û xwe dûrî Rûsyayê jî nekir. Lê di dawî de serdestî ne di destê hêzeke 10 hezar kesî ya wek PYDê an PKKê de ye, lê hevpeymanî girewê li ser artêşeke bihêz wek Tirkiyê dike.”

“Amerîka naxwaze Kurd ji Rojava dûr herin”

Tevî hemû guşaran, heta niha pêwendiyên PYDê bi Amerîka û Rojava re baş in, lê ev tenê ne bes e û dibe ku guhertin bandoreke xirab li ser wan pêwendiyan bikin. Pêwendiyên bi vî rengî têra wê yekê jî nakin ku mikurhatineke navneteweyî bi kantonên Rojavayê Kurdistanê misoger bike.

Kerta penaberên Sûriyê jî di destê Tirkiyê de gefeke li ser Ewropayê û ne dûr e ji ber vê kerta Tirkiyê Ewropa pêngavekê ji pêwendiyên xwe bi PYDê re dûr bikeve.

Fehîm Taştekîm teqez dike ku Amerîka li hevalbendên nû li Sûriyê digere û got:

“Îdareya Amerîka li şirîkekî Ereb digere, çimkî naxwaze Kurd herin hemû deverên Sûriyê û ji Rojavayê Kurdistanê pir dûr kevin. Di dema borî de ev li navçeyên çiyayî yên Helebê pir hat ceribandin, lê encama wê nebû. Dibe ku karê Amerîka bi YPGê di demeke kin de nebe karekî stratejî. Kurd hewl didin bibin faktorekî girîng û ji niha ve Amerîka hilberîna siyasî li vir dike. Tevî karvedana Tirkiyê dev ji van hewldanên xwe bernade.”

Têkiliya PYD û PKKê

Lê Semih Idiz dibêje xaleke din ku Amerîka hesabê wê dike têkiliya PYD û PKKê ye û wiha domand:

“Çimkî Amerîka PKKê wek rêxistineke terorîst nasandiye, naxwaze ji ber xatirê PYDê nîşan bide ku piştevaniya terorê dike.”

Semih helwesta PYDê di proseya çareseriyê li Sûriyê bo Amerîka pir girîng dibîne ku bandorê li ser berdewamiya têkiliya Amerîka û PYDê dike û dibêje: “Eger daxwaza kurdan bo çareseriyê nebe astengî, parastina berjewendiyên Amerîka li Sûriyê hêsantir dibe. Ev jî niha û piştre jî di berjewendiya PYDê de dibe.”

Rudaw
Top