• Sunday, 22 February 2026
logo

Berdevkê fermî yê PDKê daxuyaniyek belavkir

Berdevkê fermî yê PDKê daxuyaniyek belavkir
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)daxuyaniyek belavkir û amaje bi wê yekê kir ku, PDKê berdewam piştevaniya wan hewldanên ku dixwazin bi riya gotûbêjan hemû pirsgirêk û nakokî werin çareserkirin.

Îro 31 Temûzê, Polîtburoya PDKê civiya û bi erênî civîn û gotûbêjên Dr. Fûad Hisên ku bi destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê destêkiribûn jibo çareserkirina hemû nakokî û pirsgirêkan û rêkxistina nav mala Kurdistanî ligel hêz û aliyên siyasî helsengand.

Di civînê de ev civîn û gotûbêjin Dr, Fûad Hisên ligel aliyên siyasî di xizmeta berjewendiyên bilind ên niştimanî û neteweyî yên Gelê Kurdistanê wesfkirin, herwiha tekez kir ku, PDKê baweriya wê ya temam bi dîtina çarenivîsekê ji hemû nakokiyan re di riya gotûbêj û civînan heye, herwiha bi pêwîst dizane ku, merc û rewash niha ya navçeyê dihêle ku erkê hemû aliya be li gorî sûd û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê tevbigerin.
Berdevkê Fermî yê PDKê
Mehmûd Mihemed
31.07.2016
Top