Serok Barzanî li gel kesayetî û nûnerên gundên nû azadkiriyên Şebekên li parêzgeha Nînowa civiya
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û Pêşmerge û kesukarên şehîdan kirin ku gundên wan li bin destê terorîstên Da'îş azad kirine û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge hebû. Piştrastiyê li Kurdistanîbûna navçeyên xwe kirin û ragihandin ku meseleya Kurdistanîbûna navçeyên Şebek, hîç guftûgoyekî hilnagirê, tekez jî kirin ku çarenûs û paşaroja Kurdê Şebek û pêkhatên dinê navçeyên Kurdistaniyan bi çarenûsa Herêma Kurdistanê ve girêdayiye.
Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina mîhvanan, li gotarek da balkişand li ser wê yekê ku xuşk û birayên Şebek beşekî azîz û veneqetayî ya gelê Kurdin û amadebûyan ji wê yekê dilniya kir ku hemû navçeyên wan yê li bin destê Da'îş têne azad kirin û xelkê wê bi serbilindî vedigerin ser warên xwe û bextewerî û xweşguzeranî û xizmetguzarî jî digihe navçeyên azadkiriyan û tekez li wê yekê jî kir ku piştevaniyeke tevahî li daxwaziyên xuşk û birayên Şebek dike ku bikarin bi azadî û serbilindî vegerin li ser navçe û gundên xwe û giriftên wan jî bêne çareser kirin.
