Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê ji Rêberê Bizava Îslamiya kurdistanê dike
Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahiya Îrfan Ebdulezîz Rêberê Giştiyê Bizava Îslamî ya Kurdistanê kir ku dubare wek Rêberê Giştiyê Bizava Îslamî hatiye hilbijartin û hêviya serketinê ji bo vê partiya rizgarîxwaza Kurdistanê xwest.
Serokwezîr hêvî xwest serketina kongireya Bizava Îsalmî ya Kurdistanê bibe sedemeka din ji bo yekrêziya aliyên Kurdistanî derbarê pirsên ku peywendî bi gel û axa kurdistanê hene. Her wiha pêdagirî li ser karên hevparên navbera partiyên Kurdistanê kir ji bo serketin bi ser qeyranên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine.
