Roja şemî 30.07.2016 li peywendiyekî telefonî da birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina yanzdehemîn kongreya Tevgera Îslamî û hilbijartina wî ya wekî Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyê li Mamosta Îrfan Abdulezîz Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê kir.
Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî li erk û çalakiyên wan yê siyasî da hêviya serkeftinê ji bo Rêber û serkirdayetî û hemû kadîr û endam û alîgirên tevgerê xwest.