• Sunday, 22 February 2026
logo

AMERÎKA - Konferansek giring ê pêkhateyên neteweyî û olî

AMERÎKA - Konferansek giring ê pêkhateyên neteweyî û olî
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi hevbeşiya li gel Zanîngeha Georgetawn ji bo pêkhate û kêm netew û olên Sûriyê û Iraqê konferansek sazkir.

Konferansa kêmnetwe û olên li Sûriyê û Iraqê, li Washingtonê hate sazkirin û 2 rojan ajot.

Armanca konferansê ji bo parastina nasname, cîhûwarên dîrokî yên pêkhateyên kêmnetew û olên ketine bin destê DAIŞê, peydakirina rê û rêbazan bû.

Nûnerên Kurdên Êzidî, Kakeyî, herwiha Xiriatiyan û ol û baweriyên din jî di konferansê de amade bûn.

Hikûmeta Amerîkayê ji ber rewşa pêkhateyên neteweyî û olî yên li Iraaq û Sûriyê, bi taybet jî ewên li bin destê DAIŞê, nîgeran e.

Wezareta Derve ya Amerîkayê nûnerê wan netewe û baweriyên cûda vexwendiye Washingtonê da ku di nêzîk de guh bide nêrîn û daxwaziyên wan.

Çalakvanê Xirîstiyan Qeşe Bêhnam Benoke ji Rûdawê re ragihand: “Ev civîn pir giring e ji bo komkirina cûdahiyên li Iraqê, da ku bikarin bi hevre guftûgoyê bikin û ji hev fambikin. Herwiha daxwazî û pêwîstiyên hev bizanin.”

Li Iraqê hêviyek mezin ji pêşmerge heye ku pêkhateyên kêmîne biparêze. Tê payîn ku Hikûmeta Amerîkayê di çend mehên pêş de rahênanên pêwîst li gel Hêzên Pêşmerge de bike da ku bikarin tawanên DAIŞê yên li dijî pêkhateyan bê eşkerekirin.

Şêwirmendê Ol û Neteweyên Cûda yê Wezareta Derve yê Amerîkayê Noks Tames ji Rûdawê re got: “Amadekariya rahênan û perwerdeyê dikin ji bo Hêzên Pêşmerge da ku bikare gorên bi komî peyda bike, berhemên dîrokî biparêze û di dema rizgarkirina Mûsilê de her rola jê tê xwestin bilîze.”

Nûnerên ol û neteweyan jî li hêviyê ne ku daxwaz û pêşniyarên wan bên pêkanîn û ji bo parastina wan rêkariyên pêwîst bên girtin.

Rudaw
Top