• Sunday, 22 February 2026
logo

Helwêstê Barzanî partiyan dilxweş dike

Helwêstê Barzanî partiyan dilxweş dike
Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember helwêsta serokê Herêma Kurdistanê aşkera kirin û wek helwêstekî pir baş pênase kirin.

Roja înê 29.07.2016ê çapemeniyên Kurdistanê belav kirin ku, serokê dîvana serokatiya Kurdistanê ragehandiye, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza civînekî 5 partiyên mezin ên Kurdistanê kiriye, ku biryarê li ser çarenivîsa Herêma Kurdistanê bidin.

Çapemeniya PDKê jî bersiv da û ew nûçe red kir û ragehand, Mesûd Barzanî daxwaza civîna hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kiriye, ne tenê 5 partî gotûbêjê li ser pirsa çarenivîsa Kurdistanê bikin.

Endamê komîteya Hizba Şûî ya Kurdistanê Ebu Karwan ji BasNewsê re ragehand, bi baweriya me Herêma Kurdistanê û krîza li Herêma Kurdistanê heyî, pêwîstiya xwe bi rêkeftinekî giştî û berfireh heye. Ji ber vê jî ya baş hemû hêz û aliyên siyasî beşdarî wê civînê bikin, ku bi wan pirsgirêkên heyî li Kurdistanê de bi hemuyan re peyvendîder bin.

Li gor Ebu Karwan pêwîste dervey partiyan, pirs û nêrînên xelkê şareza û nêrînên wan hemuyan jî bê girtin û ‘’Divê hemû aliyên heyî helwêstê wan jî bê dest girtin û bi wê dîtinê ve jî helwêstê Barzanî pir başe.’’

Heman demê de rêveberê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Ebdula Wertî jî ji BasNewsê re ragehand, berî naha civîna 5 aliyan pêkhat û encam negirt. Ji ber nabe pêşeroja Kurdistanê ya pirsa çarenivîsa Kurdistanê bi biryara 5 partiyan bê diyar kirin. ‘’Eger biryare Kurdistan di vê krîza siyasî derbikeve, divê hemû partiyên heyî li gel yek biryar bidin.’’

Serokê lîsteya pêşkeftina tirkmenan Muna Qehveçî jî, ji BasNewsê re ragehand, li gor pîvana kêm û zêde hejmara dengdêran, partiyên Herêma Kurdistanê bandora xwe li ser pirsên herêma Kurdistanê hene û ‘’Nabe tu partiyek wek nadîde bê dîtin. Em pêşwaziyê li helwêsta Barzanî dikin û divê di pirsên çarenivîssaz de hemû partiyên Kurdistanê beşdarî li civînê bikin.’’

Basnews
Top