• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan: Ezê efû bikim

Erdogan: Ezê efû bikim
Erdogan ragihand, ew dê hemû wan kesan efû bike, ku li ser navê bêrêzîkirin bi serokomar gilî li dijî wan hatiye tomarkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê giliyên xwe yên şexsî li dijî kes û aliyan de daxuyanî da.

Erdogan got, ku ew dê hemû bêrêzî û sivikatiyên derheqê şexsê xwe de efû bike û giliyên xwe yên li dijî wan kesan paş ve vekişîne.

Erdogan wiha got:

“Heta wê gavê, ezê her core bêrêzî û sivikatiyên derheqê xwe de, bi carekê û bi taybetî efû bikim, ezê giliyên xwe paş ve bikişînim.”

Rudaw
Top