Abdula Gul: Cemaeta Fethula Gulen rêxistineke terorî ye
Gul da xuyakirin ku, şeva 15'ê Tîrmehê, şevek tarî, bi êş û şermê bû, lê bi welatperweriya gel hat berterefkirin, hemû dinya bi wêrekî û fêdakariya gelê Tirkiyê şanaz bû.
Gul got, kesên bûne sedemê vê êşê ti car nayên jibîrkirin û da zanîn êdî Cemaeta Gulen deşîfre bû û hemû cîhanê dît ku Fethula Gulen ketiye nav terorekê çawa.
Gul da xuyakirin, divê ji vê hewldana derbeyê herkes parek ji xwe re derxe û tu kes heş û aqilê xwe radestê kesekî din neke.
K24
