• Sunday, 22 February 2026
logo

Şîretkarekî mezin yê Amerîka: Pêwîste her zû Îraq bibe sê herêmên cûda

Şîretkarekî mezin yê Amerîka: Pêwîste her zû Îraq bibe sê herêmên cûda
Şîretkarekê bilindê pêştir yê civata asayîşa Amerîka, daxwaz ji serokê dahatî yê Amerîka kir, şaşîyên îdareya niha ya Amerîka dûbare neke û herzû Îraqê bike sê herêmên cuda.

Mark Pîvyêl mezinê şîretkarê civata asayîşa Amerîka li serdemê Corş Boşî dîyar kir ku berîya 10 salan, Co Baydinîpêşnîyara parçekirina Îraqê bo sê herêmên cuda kir, lê Amerîka li dijî wê projeyî rawestîya û bû egerê hatina 10 salên xunawî bo tevaya xelkê Îraqê.

Daye zanîn jî ku her çend dem biçe, baştire bo parçekirina Îraqê û avakirina sê herêmên Kurd, şîe û sûneyan, bo wê yekê, her yek serbixwe bijîn.

Wî şîretkarê Amerîka amaje kirîye ku renge Îraq li dijî vê yekê raweste, lê pêdvîye serokê nû yê Amerîka herzû dabeşkirina Îraqê bike stratejîyeka xwe ya serekî û nehêle berjewendîyên Îranê, rêgirîyê li wê projeyê bikin.

War.tv
Top