Berekat:Me 5 otombîlên bombekirî girtine
Derbarê vê babetê Serokê Desteya Navxweyî li Kantona Cizîrê Kinan Berekat ji K24ê re wiha got:"Lêkolîn derbarê teqînên Qamişlo berdewam in, Eger endamên Asayîşê li ser xalên pişkinînê xemsarî kiribin ewê werin sizakirin."
Berekat da zanîn ku wan di çend rojên borî de wan 5 otombîlên bombekirî girtine.
Çarşema borî du teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejand, di encam de 51 kes şehîdbûn û 177 kesên din jî birîndarbûn.Li tevahiya bajêr jî şîn hatiye girêdan.
K24
