• Sunday, 22 February 2026
logo

PKKê êrişî leşkeran kir: 5 kuştî, 8 birîndar

PKKê êrişî leşkeran kir: 5 kuştî, 8 birîndar
PKKê li Şemzanînê êrişî konvoya leşkerên Tirkiyê kir û di encamê 5 leşker hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Garîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îşev saet 19:00 li ser rêya Çelê-Colemêrgê êrişî leşkerên Artêşa Tirkiyê kirin.

Li gorî zanyariyan, êriş di demekê de pêk hat ku leşkeran li ser rê kontrol dabûn destpêkirin. Gerîlayên PKKê bi çekên girna û lûledirêj êrişî leşkeran kirin û di encamê de şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.

Di encama êrişê de li gorî agahiyan destpêka 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 8 leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji ber êrişê, helîkopterên Kobra yên Artêşa Tirkiyê bo alîkarîkirina leşkerên li ser erdê dest bi tevgerê kirin û li esmanê deverên digerin.

Hat zanîn, ku heta niha jî şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de berdewam e.

Rudaw
Top