• Sunday, 22 February 2026
logo

HDPê piştgirî da hikûmeta Tirkiyê

HDPê piştgirî da hikûmeta Tirkiyê
Hikûmeta Tirkiyê ragihand, dê dosyaya komkujiya Roboskiyê ji nû ve bê vekirin û cimaeta Fethullah Gulen bi pêkanîna komkujiyê tohmetbar kir.

Di 2011an de li Roboskiya Şirnexê komkujiyek pêk hatibû û di vir de 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Herwiha piştî hewla kûtedaya leşkerî ev mijar dîsa kete rojeva Tirkiyeyê.

Hikûmeta Tirkiyê ku ji aliyê partiya desthilatdar a Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ve tê birêvebirin, da xûyakirin ku lekerên ku ev komkujî pêk anîne endamê cimeta Fethullah Gulen in û ew dê dosyeya Robosikiyê ji nû ve vekin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parêzvanên mafên mirovan jî piştgiriyê didin hikûmetê, da ku cardin dosyaya Roboskiyê were hildan.

Hikûmeta Tirkiyê pêştir biryar dabû ku ji bo xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, qerebo bê dayîn û ev dosya girtibû. Lê malbatan ev qerebo red kiribûn û daxwaz kiribûn ku berpirsiyar bêne darizandin.

Enqere diyar dike, ku fermana komkujiyê ji aliyê endamên cimeta Fethullah Gulen ve hatiye dayîn û dibêje dê dosyeya vê dozê ji nû ve bê vekirin. HDP jî dibêje eger ku hikûmet di vî warî de dilpak be ew amade ne ku piştgiriya hikûmetê bikin.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan Îrmez li ser vê mijarê ji Rûdawê re got: “Heta hingê hevalê yêk bîn. Heta hingê hemberî gelê kurd pêk ve îtifaqa wan hebî. Li hemberî gelê kurd de têkve qetlîam, em bêjin Sûcên însanetiyê kirin. Lê îro hat wê manê demek ku kîj mil bişewute, an jî kîj mil hemberî mile dî de rabe, yanî ew sûcên ku herêma kurdistanê de kirin wê bikin sûcê wî.”

Ji aliyekê din ve parêzvanên mafên mirovan jî ji nû ve vekirina dosyaya Roboskiyê erênî dinirxînin û daxwaza vebûna tevahiya dosyayên komkujiyên din dikin.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re da xuyakirin:

“Me tevan jî dixwast ku lêpirsîneke samîmî bê kirin. Lewra ti komkujî evqas aşkere nayên veşartin. Redkirina dadgeha makezagonê ya derbarê daxwaza me ya di vî warî de sosretî bû jixwe. Em hêvîdar in ku hikûmet dosyeyên komkujiyên din jî ji nû ve veke.”

Di 28’ê berfanbara sala 2011’yan de piştî bombebarana hêzên artêşa Tirk li Roboskiya Şirnexê 34 welatiyên Kurd ên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.

Rudaw
Top