Generalê Amerîkî bersiva Erdogan da
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber ku Fermandeyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) general Joseph Votel ragihandibû, hewla darbeya leşkerî ya li Tirkiyê bandor li ewlehiya navdewletî jî kiriye û generalên ku bi wan re kar dikin yan hatine girtin û yan jî hatine derxistin, rexneyên tund li wî girtibû û gotibû, ew dê heddê xwe bizane.
General Joseph Votel ku ji ber gotinên xwe yên derbarê rewşa Tirkiyê de rastî rexneyên Serokomarê Tirkiyê hatibû, îro bersiva Erdogan da.
Votel li ser gotinên Erdogan ên derbarê xwe de wiha got: “Ti pêwendiya min bi hewla leşkerî ya li Tirkiyê re nîne.”
Votel herwiha da xuyakirin, ku Tirkiye wek “şirîkek heyatî” bi nav kir û hêvî kir, ku Tikriye di “têkoşîna li dijî DAIŞê” de berdewam be.
General Joseph Votel çi gotibû?
Fermandeyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê general Joseph Votel duh di korbendeke ewlehiyê de li eyaleta Kolorado (Colorado) ya Amerîkayê de amaje bi rewşa Tirkiyê piştî hewla sernekevtî ya darbeya leşkerî kiribû.
Joseph Votel ragihandibû: “Hewla darbeyê û serneketina wê, bi tevahî bandor li girêdayîbûna asayişa netewî ya Tirkiyê kiriye. Hinek jim uxatebên me yan hatine paqijkirin yan jî hatine girtin.”
Erdogan: Tu kî yî, tu dê heddê xwe bizanî
Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî di dema serdana xwe ya Serokatiya Daîreya Tevgera Taybet a Enqerê de bi gotinên tund bersiv da Votal.
Erdogan wiha got:
“Li Amerîkayê fermandarekî di kursiyek taybet de dibêje ku di nava fermandrên hatine girtin de mûxatabên me hene. Mirov hinekê ji xwe fedî dike. Ma tu kî yî? Tu dê hedê xwe bizanî. Dewsa k utu spasiya dewletê bikî, piştgiriya darbekaran dikî.”
Erdogan amaje bi mayîna Gûlen a li Amerîkayê jî kir û wiha axivî:
“Jixwe hûn darbekaran li welatê xwe dihewînin. Hûn nikarin gelê me bixapînin. Bi van daxuyaniyan hûn dixwazin xwe paqij nîşan bidin.”
Rudaw
