“Barzanî dixwaze hemû partiyên siyasî bicivin ne tenê 5 partiyên mezin”
Berpirsekî Herêma Kurdistanê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, virda û wêde hatiye gotin ku Baranî tenê daxwaza civîna 5 partiyên mezin ên Kurdistana Başûr (PDK, YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû” li ser referandom û serxwebûnê kiriye. Ew gotegot ne rast in çimkî Barzanî tiştekî wisa ne hizir kiriye ne jî daxwaz kiriye.
Wî rayedarê Kurdistanê, ku navê wî ji aliyê malperê ve nehatiye eşkerekirin, daye zanîn ku Barzanî dixwaze hemû partiyên siyasî li ser referandom û serxwebûnê bicivin çimkî mijara referandom û serxwebûnê mijareke niştimanî ye û tenê bi 5 partiyên mezin re sînordar nîne.
Ev çend roj in nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kiriye da ku wan razî bike tevlî civîna giştî ya referandom û serxwebûnê bibin ku ev çend car in Barzanî daxwaza lidarxistina wê dike.
Basnews
