• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan kir
Roja pênçşem 28.07.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa kir ku ji Kîns Rot Birêvebirê Cîhbicîhkar û Sara Liye Withson Cîgirê Birêvebirê Cîhbicîhkar û Kristof Olk Mezne Lêkolînerê rêxistinê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan behsa wan gefan kir ku li encama şerê terorîstên Da'îş rûbirûyê xelkê Kurdistanê bûye û pêzanînên xwe ji bo dilfirehiya xelkê Kurdistanê û mîhvandariya sedanhezar penaberan hebû û pesnê hewlên Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo ragirtina aramî û asayîş û parastina mafên mirovan kir ku ew jî li vê rewşa aloz û dijwara li encama êrîşa terorîstan de pêkhatiye.

Paşê di derbarê rewşa navçeyên azadkirî û reftarên hêzên Pêşmerge li gel wan navçeyan de bîr û ramanên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û ji bilî wê yekê pêzanînên xwe ji bo rênimayî û fermanên Serok Barzanî yên ber çav girtina yasayên navdewletiyên şer hebû û daxwaz kirin ku rê li binpêkirinan bê girtin û eve jî xistin rû ku pêgeh û navûdengê xelkê Kurdistanê yê lêborîn û pêkvejiyanê û ber çav girtina bingehên mafên mirovan li xwe digre.

Li beranber da Serok Barzanî destxweşiyê li hewl û keda tîmên çavdêrîkirina mafên mirovan kir û ji bo hevkarî û hemahengî kirina li gel wê rêxistinê amadehiya tevahiya sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ragihand û eve jî bi şanda mîhvan ragihand ku terorîstên Da'îş dirindeyiyeke mezin nîşandan û birîneke kûr li laş û bedena xelkê Kurdistanê û pêkhatan de dirust kir. Li gel eve da jî li şerê terorîstan de siyaset û reftarên giştî ya Hikûmeta Herêmê Kurdistanê ya ber çav girtina bingehên yasayên navdewletî û yasayên ceng û pêverên mafên mirovane. Serok Barzanî eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê bi dirêjahiya dîroka xebata xwe de bi tenê yek car jî hêviya xwe bi kirdarên terorîstî nebiriye û herdem li xebata xwe da pabendî parastina bingehên mirovayetiyê bûye.

Top