Serok Barzanî pêşwaziya Komîsyarê Bilindê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Mirovî kir
Li hevdîtinê de Komîsyarê Bilindê Yekîtiya Ewrupa yê Karubarê Mirovî û Birêvebirina Qeyranan behsa rewşa qeyraniya Iraq û Sûriye kir û wekî gefeke ciddî yê asayîşa cîhanî da zanîn û ji bo rûbirûbûna vê rewşê hevkarî û hemahengî li gel Herêma Kurdistanê û sûdwergirtina ji nêrîn û şîretên Serok Barzanî bi girîng zanî, ji ber ku dibine sedema wê yekê ku arasteya rûdanan bêzanîn û rê li rûdanên şaş bê girtin. Her wiha spasî xelkê Kurdistanê kir ku hejmarekî zêdeyê koçber û penaberan hewandiye û ragihand ku ji bo ewe hatiye ku bizanin ji bo vegerandina aramî û geşepêdanê çi pêwîste û çawa reftarê li gel rewşa parêzgeha Nînowa bi taybetî li qonaxa piştî Da'îş da bê kirin û eve jî eşkere kir ku ji çarenûsa bajarê Musilê li qonaxa piştî Da'îş gelek nîgerane û pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku li rewşeke gelek aloz da rêz li yasayên navdewletî digre û li gel rêxistinên navdewletî hemahenge.
Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvanan kir û di derbarê çarenûsa Musilê ya piştî qonaxa azadkirinê wê yekê dûpatkir ku bi sedema rewşa taybetî ya parêzgeha Nînowa li rûyê pêkhatên neteweyî û olî û bi navê rêgirtina li karesatên mezintir û parastina pêkhatan pêwîste berî azadkirina Musilê li ser çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa rêkkeftinekî siyasî bê encamdan û eger çareseriyeke rasteqîne neyê peydakirin wê demê bi dilniyayiyê ve dibe ku kêşe kûrtir bibê.
Her li vê civînê de tîşk xistin li ser rewşa siyasî ya navçeyê û behsa berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera her dû aliyan kirin.
