• Sunday, 22 February 2026
logo

HDP li 8 bajaran mîtîngan lidar dixe

HDP li 8 bajaran mîtîngan lidar dixe
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku bi beşdariya hevserokên HDPê mitînga "Na bo derbeyê, belê bo demokrasiyê" li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê sazkirin.

Piştî mîtînga Stenbolê HDP ragihand ku dê li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî derbeyê dê dakevin meydanan û mîtîngan lidar bixin.

HDPê dê îro li Dêrsîmê dest bi vê pêngavê bike.

Hate zanîn ku 3 ji wan mîtîngan taybet bi jinan dibin.

Hevserokê HDPê Selahettin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî beşdariyê di mîtîngan de dikin.

Biryar e Demîrtaş beşdarî mîtîngên Îzmîr, Amed û Wanê bibe, herwiha Figen Yuksekdag jî beşdarî 5 mîtîngên din dibe.

Rudaw
Top