• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kar ê tîroristî ya Qamişloyê bi tundî şermezar dike

Mesrûr Barzanî: Kar ê tîroristî ya Qamişloyê bi tundî şermezar dike
Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a asayîş a Herêm a Kurdistanê, kar ê tîroristî yên evro ya Qamişloyê bi tundî şermezar kir. Mesrûr Barzanî, rawêjakar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, li gel derbirrîn a hevxemî ya xwe bo kesûkar ên şehîdan û qurbanî yên bûyerê, amaje bi wê yekê jî kir ku heke delîve bi hemû alîyan bihêt dan, dişên ax û gel ê Kurd li rojava ya Kurdistanê baştir bihê paraztin.

Evro 27ê tîrmehê/2016 li bajar ê Qamişloyê dû teqîn çê bûn û di encam de 50 kes şehîd bûn û 177 kes ên din jî birîndar bûn.

Rêkxistî ya Daişê jî li ser tor a Internêtê, berpirsînî ya xwe ji herdû teqînan ragehand.

Deq a peyam a rawêjakar ê Civat a asayîş a Herêm a Kurdistanê li Tiwîterê:

Kirdar a tîroristî ya evro li bajar ê Qamişlo şermezar dikim û serexweşî û hevxwmî ya xwe araste yê malbat ên şehîdan dikim.

Tekez jî dikim, heke li Rojava ya Kurdistanê, bwar bihê dan bi hemû alîyan ku bi hev re berevanîyê li ax a gel ê me bikin, bi dilnîyaî dikarin karîgertir li beranber tîrorist û dijmanan biwestin û serkevtinan biparêzin.

K24
Top