• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKSê teqîneya Qamişlo şermezarkir û daxwaza yekrêziya nav mala Kurdî kir

ENKSê teqîneya Qamişlo şermezarkir û daxwaza yekrêziya nav mala Kurdî kir
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de teqînetên terorîstî li Qamişlo li Kurdistana Rojava şemezar kir û daxwaza yekrêziya navmala Kurdî kir.

Îro 27 Temûzê, ENKSê di daxuyaniyekê de ku kopiyek jibo BasNews hatiye şandin, TeqîneyênQamişlo şermezar dike, herwiha daxwaza yekrêziya nav mala Kurdî dike, di daxuyaniyê de hatiye: “Ev kiryarên tirsonek dê ji morala gelê me kêm nekin, lêbelê wê doza wî bihêztirbikin.”

Daxuyaniye ENKSê daxwaz ji aliyên siyasî kiriye ku: “Yekrêziya nav mala kurdî pêkbînin û bi yek dest û helwêstê şerê terorê bikin bitaybet di vê qonaxa hestiyar ku gelê me têre derbas dibe.”

Sibeha îro otombîley bombekirî li taxa Xerbî ya Bajarê Qamişlo li nêzîkî navendek Asayişa Rojav û baregehê Wezareta Berevaniyê ser bi Rêveberiya Xweser ve, teqiya û bû sedema şehîdbûna bi dehan welatiyên sivîl jibilî bi sedean birîndar.

Basnews
Top