• Sunday, 22 February 2026
logo

Her sê kantonên Rojava bang li gel kirin

Her sê kantonên Rojava bang li gel kirin
Her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê bang li gel kirin, ku bo dabînkirina ewlehiyê alîkariya hêzên Asayişa Rojava bikin.

Îro piştî 2 teqînên bihêz ên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, kordînasyona giştî ya her sê kantonên Cizîr, Kobanî û Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di vê daxuyaniya hevbeş a kantonan de, teqînên li Qamişlo hatin şermezarkirin û tekezî li ser hevxemiya rêveberiyê bi kesûkarên qurbaniyan û birîndaran re hat kirin.

Herwiha her sê kantonên Cizrî, Kobanî û Efrîn bo parastina ewlehiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bang li gel kirin.

Kantonan daxwaz ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê kirin, ku bo dabînkirin û parastina ewlehiyê bi hêzên Asayişê re bibin alîkar.

Kordînasyona gişît ya her sê kantonên Rojava herwiha soz da xelkê ku ew dê li dijî terorê şer bikin û ewlehiyê li deverên Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.

Ji aliyekê din ve kantonan ji ber teqîna Qamişlo 3 rojn şîn li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Rudaw
Top