• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Herêmê amade ye ji bo alîkarî kirina lêqewmiyên teqînên terorîstiyên Qamişlo

Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Herêmê amade ye ji bo alîkarî kirina lêqewmiyên teqînên terorîstiyên Qamişlo
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê teqînên terorîstiyên bajarê Qamişlo şermezar dike. Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de amadeyî ya Hikûmeta Herêmê ji bo alîkarî kirina lêqemiyên êrişên terorîstî yên Qamişloyê xuya kir.

Têkista peyama Serokwezîr

Bi tundî êrişa terorîstiya bajarê Qamişlo şermezar dikim, ku bûye sedema şehîd û birîndarbûna dehan welatiyan. Sersaxiyê ji kes û karên qurbaniyan dikim û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Terorîstan bi vê kiryara kirêt nîşan dan ku dujminê sersextê gelê kurd û mirovahiyê ne. lê gelê kurd wek herdem pêşeng dibe ji bo ji nav birina terorê li deverê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye bi hemû karînên xwe alîkariya lêqewmiyan û birîndarên vê kiryara terorîstî bike.

Top