• Sunday, 22 February 2026
logo

Duhokî ji bo birîndarên Qamişlo berê xwe didin nexweşxaneyan

Duhokî ji bo birîndarên Qamişlo berê xwe didin nexweşxaneyan
Xelkê devera Duhokê berê xwe didin nexweşxaneyan û ji bo birîndarên teqînên vê sibê yên Qamşlo xwînê didin.

Îro danê sibê li bajarê Qamişlo, 2 teqînên bihêz qewimîn ku di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ferman da sazî û dezgehên parêzgeha Duhokê da ku alîkariya birîndarên Qamişlo bikin.

Berdevkê rêveberiya giştî ya tenduristiya Duhokê, Hemze Rezikî ji BasNewê re got, li ser fermana Barzanî tevahiya nexweşxaneyên Duhokê ji bo birîndarên Qamişlo hatine amadekirin û sê tîmên tenduristiyê jî bo ser sînorê Başûr û Rojava hatine şandin.

Ji aliyekî din, welatî berê xwe didin nexweşxaneyan û ji bo birîndarên Qamişlo xwînê didin.

basnews
Top