Demîrtaş banga dewlet û PKKê dike
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Parlementoya Tirkiyê di civîna koma partiyê xwe de got: "Şer û pevçûn, di pirsa kurdî de birînek bixwîne. Her roj xwîn jê tê. Dema birînek wiha hebe, bixwazî nexwazî dê hin kes bixurînin. Divê demildest alî vegerin pêvajoya çareserî.”
Demîrtaş banga PKK û dewletê kir: “Em ji vê derê de banga xwe bo PKK û hikûmeta Tirkiyê dubare dikin. Rewşek nû derketiye meydanê. Tirkiye ne Tirkiyeya 14'ê Tîrmehê ye. Gef û metirsiyek mezin ya derbeyê rû da. Civakê şok û azarek mezin derbas kir. Siyaset serûbin bû. Belê, deshilatiya Tirkiyê berê xwe nedaye demokrasiyê, lê civak aştî û demokrasî dixwaze. Carek din ji PKK û hikûmetê dixwazim vê rewşa nû baş binirxînin.”
K24
