Nûnerê Barzanî û Kosret Resûl li Silêmaniyê civiyan
Îro Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Hisên di çarçoveya hewlên bo nêzîkkirina aliyên siyasî û çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê de, serdana Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl kir.
Li gorî medyayên nêzîkî YNKê, di vê hevdîtinê de Fuad Hisên û Kosret Resûl derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên bo çareserkirina arîşe û kirîzan de gotûbêj kirin.
Fuad Hisên derbarê encamên hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên partiyan de ji medyayên YNKê re ragihadiye: “Me li gel Kosret Resûl nêrîn pev guhertin û spas bo xweda ku hemû tiştek baş e. Gotûbêjên me li gel aliyên din jî gelek baş birêveçûn.”
Êvariya roja yekşemî 24ê Tîrmehê Fuad Hisên weke nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Silêmaniyê bi Serokê Giştî yê Tevgra Gorranê Newşîrwan Mistefa re civiya.
Her heman rojê Fuad Hisên li gel Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê, Mela Bextiyar jî hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de peyama Mesûd Barzanî ginande wî û YNKê.
herwiha biryar e naveroka peyama Barzanî di civîna polîtboruya YNKê de gotûbêj li ser bê kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê roja şemî 23ê Tîrmehê gihîştiye bajarê Silêmaniyê û amadekarî bo hevdîtinên xwe kiriye.
Rudaw
