Li Kerkûkê gule berdan binkeyê PDKê
Îro 25.07.2016ê berpirsê saziya rewşenbîrî û ragehandina PDKê yê Kerkûkê Kawês Mela perwêz ji BasNewsê re ragehand, îro gule berdan binkeyê lijneya navçeya çar a PDKê li bajarê Kerkûkê.
Herwaha aşkera kir, ev bûyera gule berdanê : ‘’Hewldaneke bo têkdana aramî û asayîşa navçeyê û hêzên siyasî. Ji bo ku dûbendiyê têxin nav hêzên siyasî, bi taybet jî li Kerkûkê. Ji ber li vî bajarî navbera hêzên siyasî de nakokî di asta herî kêm de ne.’’
Herwaha got: ‘’Divê rê li pêş karên waha bê girtin. Mixabin PDK li vî sînorî kirine armanc û alîgirên PDKê tê dîtin ka çawa bi îşkence dikin. Beşek ji sedemê armanc girtina PDKê peyvendiya xwe bi helwêsta netewî ya PDKê ve girêdayî ye.’’
Piştî kuştina ciwanekî Kerkûkê, ku çend tatoyek li ser bedena xwe nivîsandiye û navê Barzanî li ser nivîsandibû û bi îşkencê hatibû kuştin. Berpirsên PDKê bi aşkera ragehandin ku, ew asayîşa YNKê ya Kerkûkê di ber bûyerê de berpirs dibînin.
Basbews
