PKKê şervanekî xwe îdam kir!
Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), ku baskê PKKê nav bajaran e, vîdyoyek belav kiriye ku tê de 4 şervanên YPSê, ku rûyê xwe pêçane, kesekî didin ber fîşekan û dikujin.
Li ser wê vîdyoyê, YPSê daye zanîn, ew kesê hatiye îdamkirin, navê wî Sadiq Boyaci ye û roja 17ê Gulana îsal li bajarê Cizîrê ji aliyê wan ve hatiye girtin.
YPGê her wiha ragihandiye, Sadiq Boyaci, sala 2007ê bi fermana dewlet û îstixbarata serbazî (JÎTEM) tevlî PKKê bûye lê piştî çend salan ji ber ku jêhatî bûye, hatiye xelatkirin û bûye ajanê MÎTê, bi taybet di şerê Cizîrê de gelek xirabkarî kiribû.
Li gorî daxuyaniya YPSê, wî şervanî di lêpirsîna xwe de li sûcê xwe mukir hatiye û gotiye ku destê wî di kuştina gelek şervanan, cerdevanan û sivîlan de hebûye.
YPGê eşkere kiriye ku wî kesî, navê gelek ajanan jî daye wan, ewê piştî lêkolînan hesabê ji wan jî bixwazin.
Di dawiyê de YPSê ragihandiye, ji ber ku Sadiq Boyac xiyanet li doz kurdî û gelê kurd kiriye, bi mirinê hatiye mehkûmkirin.
Basnews
