PEYAMA BARZANÎ – Nêrîna aliyan çi ye?
Fuad Hisên roja 14ê Tîrmehê bi Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr re civiyabû û roja 16ê Tîrmehê jî li gel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn hevdîtin pêk anîbû.
Derbarê peyama Barzanî ya ji bo aliyan de Endamê Polîtbûroya PDKê Hêmin Hewramî ji Rûdawê re axivî û got:
“Sê peyamên zelal hene; asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê, derbarê paşeroja Kurdistanê de biryarek çawa li gel Bexdayê bê dayîn û avakirina bingehê referandûmê.”
Hewramî amaje bi guhertinên li herêmê kir û diyar kir ku Kurd jî dikarin di vê pêvajoyê de mûxalifên Iraqê mînak bigrin ku çawa li Londonê bi yekîtî biryar dan.
Li ser helwesta PDKê ya derbarê serokatiya parlamentoya Kurdistanê de jî Hewramî daxuyand ku heger civîna berfereh bê kirin dê hingî mijara serokatiya parlamentoyê jî zelal bibe û pêşniyarek wiha kir:
“Niha YNK û Goran hevpeyman in. Bila YNK kursiya serokatiya parlamentoyê werbigre.”
Helwesta Goran
Tevgera Goran dixwaze mijare hilbijartina serokatiya herêmê, desthilatên serokatiyê, mijara parlamentoyê, şefafiyeta dahatên petrolê û çavkaniyên wî bên zelal kirin.
Derbarê mijarê de berpirsekî Tevgera Goran jî diyar kir ku ti pêşniyarek wan nîne lê ew dê ser pêşniyarên ku Fûad Husên ji Newşîrwan Mistefa re aniye, nirxandinê bikin.
Berpirsê Goran dibêje ku li gor agahiyên ji PDKê digehin Goran, Barzanî piştî pêkanîna referandûmê naxwaze li ser kursiya serokatiya herêmê bimîne.
Li ser vê xalê jî Hêmin Hewramî wiha axivî:
“Di rastiyê de birêz Barzanî daxwaza kursiya serokatiya herêmê nake. Heger wisa ba, roja 13ê hezîrana 2015ê daxwaza hilbijartinê nedikir. Roja 1ê Çileyê jî li ser vê mijarê 3 pêşniyar pêşkeşkirin. Ne ji ber şerê DAIŞê ba, serok Barzanî yek roj jî li ser wê kursiyê nedima. Lê welat di nav şer de ye û pêwîstî bi biryarên fermandarê hêzên çekdar heye. Nibe welat bihêlin nav valatiyê.”
YNK çi dibêje?
Ji aliyê din ve Endamê Polîtbûroya YNKê Ferîd Eseserd jî derbarê pêşniyara ‘bila YNK kursiya serokatiya parlamentoyê werbigre’ nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku ew dikarin vê pêşniyarê destpêkê di nava YNKê de gotûbêj bikin û paşî bibin gel Goran.
Eseserd balkêşande ser wê yekê ku civînên dema borî de bê encamp mane û daxuyand ku nabe tenê parlamento bê aktîfkirin lê pirsgirêkên din neyên çareserkirin û got:
“Heger di vê heyamê de em negehine rêkeftinekê hingî em ê ji bo demekê dirêj ji hev dûrbibin.”
Yekgirtû hişyarî da!
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahaddîn Bahadîn jî diyar dike ku ew ji destpêka mehê ve li gel berpirsên PDK, YNK û Goran civiyaye lê heta niha hewldanên wan bê encam mane.
Berdevkê Yekgirtû Ebûbekir Heledanî jî wiha got:
“Birêz Selehedîn Bahadîn li gel birêz Mesûd Barzanî hevdîtin kir. Herwiha li gel heryek ji birêzan Nêçîrvan Barzanî, Berhem Salih û Qubat Talabanî jî civiye. Lê mixabin di hevdîtinan de bersivek hêvîdar wernegirt.”
Heledanî li ser vê yekê hişyarî da û got ku tenê du rê li pêşiya aliyan heye. Yan dê li hev bikin, an jî dê Kurdistan bibe du beş.”
Rudaw
