• Sunday, 22 February 2026
logo

Serbazên Kanadî dê berdewambin li ser danîna Alaya Kurdistanê li ser cilûbergên xwe

Serbazên Kanadî dê berdewambin li ser danîna Alaya Kurdistanê li ser cilûbergên xwe
Genêralekî Wezareta Berevanî ya Kanada ragehand ku, serbazên Kanadî yên li Kurdistanê wek Şêwermendên Pêşmerge kar dikin û rahênanê bi Pêşmerge dikin, dê berdewam Alaya Kurdsitanê li ser cilûbergên xwe danin.

Genêral Jonasan Vans ji Wezareta Berevaniya Kanadî ji ajansa Kanada Press re ragehand: “Danîna Alaya Kurdistanê nîşna rêza me ye jibo Kurdan û Pêşmerge, herwiha nîşana piştevaniya me ji bo wan e di şerê li dijî DAIŞê de.”

Herwiha got: “Serbazên me dê berdewam bin, jibo rêzgirtina hilgirtina Alaya Kurdistanê û danana wê li cilûbergên xwe û nabe jî kes xwe ji vê yekê nîgeran bike.”

Basnews
Top