• Sunday, 22 February 2026
logo

Goran: Serxwebûn mafê rewa ye!

Goran: Serxwebûn mafê rewa ye!
Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ragihand, referandûm û serxwebûn mafê gelê Kurdistanê yê rewa ye.

Konseya Niştimanî ya Goranê duh bi serokatiya Newşîrwan Mistefa li Silêmaniyê civiya. Medya nêzîk Goranê hin gotinên Mistefa yên derbarê Kurdistan û Iraqê de belav kirin.

Hat ragihand ku Newşîrwan Mistefa ji partiyên Iraqê re gotiye: “Referandûm û serxwebûn mafê gelê Kurdistanê yê rewa ye.”

Herwiha hat gotin Mistefa di civînê de behsa rol û girîngiya lijneya hevbeş a Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Konseya Niştimanî ya Goranê her du mehan carekê kom dibe û piranî mijarên derbarê Herêma Kurdistanê û Iraqê de têne nirxandin.

Rudaw
Top