AFGANÎSTAN – Êrîşa xwekujî; 50 kes mirin
Êrîş di dema xwepêşandana xelkê Hezere hate kirin û di encam de 50 kes mirin û 170 kes jî birîndarbûn.
Berpirsên ewlekariya Kabîlê ragihandin ku êrîşka 3 kes bûne, yekî xwe teqandiye, êrîşkarek serkeftî nebûye û yek jî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.
Li gor agahiyên Reutersê, DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girtiye serxwe.
Hezere kî ne?
Gelê hezere ji sedî 9ê gelê Afganîstanê pêktînin. Gelek Şîe mezheb in û tê gotin ku bi nijad Moxolî ne û di serdema Cengîzxanê de hatine herêmê.
Rudaw
