Şêwirmendê alîkarê Talebanî ji YNKê veqetiya
Çend roj berê hatibû gotin ku şêwirmendê alîkarê Talebanî yê bi navê Semed Zengene, dest ji karê xwe her wiha dest ji YNKê berdaye.
Semed Zengene, îro bi daxuyaniyeke nivîskî ev yek piştrast kir û sebeba vê yekê jî eşkere kir.
Zengene, di daxuyaniyê de gotiye, yek ji sebebên derketina min ji nav YNKê ew e ku ez ne girêdayî baskên nav YNKê me. Sebebek din jî ew e ku hinek kes û dezgehên medyayî yên YNKê, vê yekê li dijî min bikar tînin û dibêjin, “jixwe tu endamekî berê yê PDKê yî!” bi vî rengî naxwazin bi min bawer bikin. Lê ez ji roja ku tevlî YNKê bûme heta niha, min ti kes ji xwe dilsoztir nezaniye. Ez 22 sal in xebatê dikin di nav YNKê de. Min gelek kes perwerde û şîret kirin, gelek ji wan bûn endamên parlamentoyê gelek ji wan bûn rayedarên mezin lê YNKê ez layîqê rêveberiyekî jî nedîtim!
Şêwirmendê alîkarê Talebanî, behsa siyaseta YNKê û tifaqa wê û Gorranê û peywendiyên wan partiyan bi Îran û Bexdayê re jî kiriye û gotiye, yek ji sebebên ku ez dixwazim ji YNKê veqetim ew e ku mixabin ez dibînim Kurdistan bûye du parçe. Parçeyekê xwe daye aliyê Osmaniyan û ya din jî xwe daye aliyê Sefewiyan…
Semed Zengene, ku 5 salan şêwirmendiya Kosret Resûl Elî kiriye, piştî gelek gazin û rexne, daxwaz ji YNKê dike îstifaya wî qebûl bikin.
Basnews
