• Sunday, 22 February 2026
logo

Komkara Erebî destewerdana Îranê şermezar kir

Komkara Erebî destewerdana Îranê şermezar kir
Di civîna Wezîrê Derve yê welatên Erebî li welatê Morîtanyayê destewerdana Îranî di karûbarên welatê xwe de şermezar kir.

Biryare sibe li Newakşotê komkara Erebî li ser asta serokan ve dest bi civinînên xwe bike, berî civîna Serokane.

Îro, civîna Wezîrên Derve yên welatên Ereb destpê kirbû di wê civînê de destewerdana Îranê di karûparên navçeyê de redkirin û daxwaz ji wî welatî krin ku, êdî destewerdanê di navxweyîya welatên Ereban de neke.

Herwiha Kokarê Hizbulaha Libnanî berî niha weke rêxistineke terorî binav kirbû.

Herwiha di civînên Komkara Erebî de kursiyê Sûriyê valeye heta ku kirîza wî welatî were çareserkirin.

K24
Top