• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterên Îsraîlê serdana Erebistan Siûdî dikin

Parlamenterên Îsraîlê serdana Erebistan Siûdî dikin
Hejmarek parlamanterên partiyên Îsraîlê wê serdana Erebistan Siûdî bikin û parlamenterekî ereb ê Îsraîlê jî vê derbarê de daxuyaniyek da.

Parlamenterê partiya Meretz (çepgerên sosyal demokrat) İssawi Ferj, ji çapemeniya Îsraîlê re ragehand, amadekariyên wan baş birêve diçin, ku hejmarek parlamenterên wê partiya opozîsyona Îsraîlê wê serdana Erebistana Siûdî bikin.

İssawi Ferj ragehand, heftiya borî di civîna parlamenterên opozîsyona Îsraîlê û berpirsên Erebistana Siûdî û berpirsên welatên îslamî xwesteka xwe ya bihêzkirina peyvendiyên li gel Îsraîlê ragehandine.

Basnews
Top