• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokewezîr Barzanî êrişa bajarê Mûnîxê yê Almanya bi tundî şermezar kir

Serokewezîr Barzanî êrişa bajarê Mûnîxê yê Almanya bi tundî şermezar kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êrişa li dijî sivîlan li bajarê Mûnîxê yê Almanya bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe bo Almanya nîşan da.

Şeva borî, li bajarê Mûnîxê yê Almanya, di êrişeke çekdarî de herî kêm 9 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de bûyera bajarê Mûnîxê şermezar kir û ji gel û hikûmeta Almanya re sersaxî xwest.

Serokewzîr Barzanî her wiha got, bûyerên wiha ji me dixwazin ku em hewl û xebatên xwe yên hevbeş ji bo nehîştina komên ku mirovan ji bona êrişên terorîstî gij dikin, zêdetir bikin…

Basnews
Top