Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Cîgirê Balyozê Amerîka ku dawî bi erk û karên wî hatiye û bi mebesta malavayî kirinê serdana Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe nîşan da ku di dema karkirinê da beşdarî karê hevbeş û hemahengiya welatê xwe û Herêma Kurdistanê kiriye û eve jî bi şerefekî mezin zanî û li beranber da jî Serok Barzanî hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû da xwest.
Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya navçeyê û guhertin û pêşhatên siyasî û emniyên Iraqê kir û ronahî xiste li ser operasyona azadkirina Musilê û her wiha konferansa welatên Hevpeyman li şerê dijî Da'îş li bajarê Washingtonê û Serok Barzanî nîgeraniya Herêma Kurdistanê ya di derbarê muameleya ne bi cîha Hikûmeta Iraqê û xemsariya Hevpeymanan ya beşdarbûna şanda Herêma Kurdistanê li konferansê da ragihand û eve jî li rewşek daye ku Pêşmerge hêza serekî ya şerê terorîstên Da'îşe û ragihand ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di dema dû salên derbasbûyî de qehremanane canê xwe feda kirine û terorîstên Da'îş têkşikandine û eve jî bi navê parastina ax û kerameta gelê xwe û parêzgarîkirina li bihayan, bi bêyî wê yekê jî hîç aliyek hevkariya darayî pêşkêşî Pêşmerge kiribe. Pêşmerge dehan sale bi navê dozekî rewa û parastina welatê xwe şer dike û bihaya dilopek xwîna Pêşmerge bi hîç tiştek nayê pîvandin.
Di derbarê proseya siyasiya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî wê yekê xisterû ku hişyariya gelê Kurdistanê û raya giştî li astekî bilind daye û ji bilî hebûna nakokiyên siyasî, partiyên Kurdistanê pabendê armancên stratejiyên gelê Kurdistanê ne.
