TIRKIYE - Hişyariya êrîşa ser HDPyiyan
Derket hole ku 3 roj piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê, hişyariya giştî gehiştiye hemû bingehên ewlekariyê yên 81 bajarên Tirkiyê.
Di têbîniya nehênî ya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê de tê gotin ku kesên nêzîkê cemaeta Gulen plan kirine ku girtîgeha Îmralî ku serokê PKKê tê de dimîne, bi rêya firokeyan hilweşînin.
Di têbîniyê de tê gotin ku heger li dijî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrîşek bê encamdan hingî dê alîgirên PKK/KCKê dakevin kolanan. Bi vî awayî dê di navbera komên dijber pevçûn derbikeve û alozî rûbide.
rudaw
