Hikumeta Herêma Kurdistanê êrîşa Almanya şermezar kir
Derbarê vê yekê Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser malpera xwe ya taybet a Tiwiterê daxuyaniyek weşan tê de, ew êrîş bi tûndî şermezar kir û diyar kir ku, dilê wan li gel qurbaniyên wê rûdanê de ye.
Şeva borî li mola Olompiya li bajarê Miyûnixê kesekî êrîşkir serwelatiyan û gule berdana wan û piştî wê xwe kuşt, di encam de 10 kes hatin kuştin û 16e kesên din jî birîndar bûn birîna hinek ji wan giran e ku di nav de zarok jî hene.
Fermandarê polîsên Almanyayê jî ragehandibû ku encamderê êrîşa welatê wî bi regez Îranî ye û welatiyên Almanyayê ye, herwiha da zanîn ku, temenê wî 18e salin.Êrîşa ku li Almanyê hatibû encam dan ji aliyê gelek welatan ve hate şermezar kirin.
K24
